Şaredariya Me

Misyona Me

“Lî Edremitê ku 'Inciya Rojhilat, Bêhna Wanê, Navê Aramî û Hêminiyê' ye, ji bo her kesê ku xwe aîdê Edremitê dihesibîne, bi pêşkêşkirina xizmetên giştî yên bênavber, adil û zelal, avakirina qada jiyanê ya bi kalîte.”

Vîzyona Me

“Nûjenkirin û veguhastina Edremitê ku navçeya hêja ya Wanê ye, bi mîrata wê ya dîrokî, bi keskahiya wê û şînahîya wê temam kirin; kirina bajarekî aram, bi kalîte û model û veguhastina wê ya ber bi paşerojê ve…”

Prînsîpên Me

Zelal, beşdar û berpirsiyar bûn Bi hişmendî û berpirsiyariya desthilata rêveberiyê ku welatiyên me dane me; bi destxistin, bikaranîn, hesabkirin û raporkirina çavkaniyên giştî bi awayekî bibaşî, aborî, berdar û li gorî qanûnê; her wiha zelalbûna agahiyên ku ji van encaman derdikevin ji bo raya giştî, dîtina zelal a faalîyetên giştî ji aliyê welatiyên me ve û beşdariya demokratîk karakterê me yê saziyê ye.

Adil, bêalî û wekhevparêz bûn Têgeha me ya rêveberiyê; bêyî ku ji ber dîn, ziman, nijad û zayendê ti cihêkariyê bixe navberê, pêşkêşkirina xizmeteke adil û wekhev e ku bi maf û derfetên wekhev ku dikarin bendewariyên hemû beşên civakê bi cih bînin, hesta ewlehiyê di nav gelê me de ava dike.

Bikaranîna çavkaniyan bi awayekî bibaşî û berdar Ji bo ku em daxwaz û hewcedariyên gelê me bi awayê herî bi bandor bi cih bînin, bikaranîna çavkaniyên me yên heyî bi plansaziya armanc û mebestên me, bi rêbazên pîvandin û nirxandinê û bêyî îsrafkirinê, ji prînsîpên me yên bingehîn e.

Ji bo guherîn û nûbûnê vekirî bûn Teknolojiyên agahîdarî yên ku her dem bi pêş dikevin, li gorî hewcedariyên xizmetên piralî yên rêveberiyên herêmî asoyên nû vedikin û ji bo pirsgirêkan çareseriyên guncav pêşkêş dikin. Şopandina geşedanên teknolojîk ku bi guherînên civakî re tên û bicihanîna yên ku hewcedarî pê heye, tenê bi avahiyeke li ser bingeha zanînê û ji guherînê re vekirî pêkan e. Prînsîpa me ye ku em bi armanca gihîştina mükemmelliyê di lêkolîn, hilberîn, parvekirin û belavkirinê de, bandorî û berdarîya xizmetên xwe zêde bikin.

Giringîdan bi giyana tîmê û xebata komî Bi baweriya hêza ku ji yekitiyê derdikeve, parvekirina berpirsiyariyên me bi xebatkarên me re; li cihê ferdiyetçiliyê, afirandina hişmendî û moralê komê, fêmkirina giringiya karê ku wan tîne cem hev, guhdarkirina biryarên aîdê giştî û xistina yên rast di meriyetê de, prînsîpa me ya anlayışa rêveberiyê ye.

Teşwîqkirina piştevaniya civakî û alîkariyê Sazkirina qada jiyaneke aram ku tê de diyardeya pêkvejiyanê li pêş e, hawirdora aşitî û biratiyê tê peydakirin û parvekirin û alîkarî bingeh e, ji prînsîpên me yên serakê ye.

Pêşkêşkirina xizmeta bi kalîte û bi rêzgirtina ji hawirdor û nirxên gel re Hilberîna xizmetên berdar û bi bandor ku rêzgirtina ji hawirdor û xwezayê re ji aliyê herkesî ve ji 7an heta 70yî tê pejirandin, rêzgirtina ji darizandinên nirxî û şêwazên jiyanê yên ferdan re bingeh e, û parastin ile geşkirina mîrata ku me ji paşraburdiyê girtiye ji bo veguhastina paşerojê, prînsîpa me ye.

Rûken û pozîtîf bûn Li gorî binesaziya domdariya hawirdora biratî û aştiyê, hilberîna xizmeta rûken, bênavber û bi kalîte ji bo hemû gelê me û peydakirina nihêrîna bi bawerî ber bi paşerojê ve, ji prînsîpên me yên bingehîn e.