Xizmetên Kontrola Avahiyan

Xizmetên Kontrola Avahiyan

Xizmetên Me

Li ser sînorên şaredarîyê kontrolkirina avahiyên bêruhsat an jî yên li dijî ruhsat û pêvekan bi efserê zabitayê re,

Di encama tespîtkirina çêkirina avahiyên bêruhsat an jî yên li dijî ruhsat û pêvekan de, tespîtkirina rewşê bi girtinameyê, teblîğkirina girtinameyê ji eleqedar re, daliqandina li avahiyê û di rewşa ku teblîğ nebe de haniştina nimûneyekê ji muxtarê mahaleyê re.

Di encama tespîtkirina avahiya bêruhsat an jî ya li dijî ruhsat û pêvekan de; ji bo ku li gorî madeya 32yan a Qanûna Îmarê ya bi jimara 3194an bibe guncawê ruhsatê û li gorî madeya 42yan ji bo kiryara cezayî, şandina girtinameya tespîtê ji Encumena Şaredarîyê re.

Di nav dema di girtinameyê de hatîye diyar kirin de eger ruhsat neyê stendin û/an avahî li gorî ruhsat û pêvekan neyê amadekirin, şandina girtinameyê ji Encumena Şaredarîyê re ji bo girtina biryara pêwîst.

Ji bo bersivdana biryarên Encumena Şaredarîyê yên di barê rûxandinê de, agahdarkirina Mudurîyeta Karên Fenê ya Şaredarîyê.

Cîbêcîkirina daxwazên nivîsên ji Mudurîyeta Parastina Kelepûr û Hebûnên Siruştî hatine di çarçoveya fermanên mevzuatê de.

Lêkolînkirina daxwaznameyên gilîyê yên ku ji Mudurîyeta Îmar û Bajarvaniyê re hatine li ser cihê wê û kirina kiryara pêwîst.

Amadekirina bersivên nivîsên fermî û daxwaznameyî yên eleqedarî servîsê û teslîmikirina wan ji peywirdarê belgeyan re.

Di rewşa tespîtkirinê an jî serlêdanê de amadekirina rapora xetereya rûxînê (maili inhidam) ji bo avahiyên ku xetereyê çêdikin û şandina wê ji encumenê re.