CIVÎNÊN MECLÎSÊ YÊN MEHA HEZÎRANÊ HATIN TEMAMKIRIN

CIVÎNÊN MECLÎSÊ YÊN MEHA HEZÎRANÊ HATIN TEMAMKIRIN

Civînên Meclîsê yên Olağan ên Meha Hezîranê yên Şaredariya me, bi civîna pêncemin a ku bin serokatiya Hevşaredarê me Cemil Komî de hat lidarxistin bi dawî bûn. Di civîna me de xalên rojevê ji aliyê endamên meclîsa me ve hatin nirxandin û hatin girêdan bi biryarê. Her wiha rapora nirxandinê ya komîsyonê ya derbarê îtirazên li ser plana îmarê ya sepandinê ya revîzyonê ya bi pîvanê 1/1000î ku tê de kotê karesatê daxistina 1653yan cî digire û rapora Komîsyona Îmar û Bayindiriyê hatin gotûbêjkirin; ji bo meşandina xebatan desthilatdarî hat danîn ser komîsyonê. Em biryarên ji bo paşeroja bajarê xwe bi hişê hevpar û têgihîştina rêveberiya beşdarwer girtinê berdewam dikin.