Mudurîyeta Emlak û Nafedê Xizmet
Ji bo ku projeyên ji hêla Mudurîyetên eleqedar ên Şaredarîyê ve hatine pêşniyazkirin pêk werin, lêkolînkirina rêbazên ku dê peydakirina pêdiviya mulkên neguhêzbar di çarçoveya bernameyên veberhênanê û fermanên mevzuata eleqedar de misoger bikin û avakirina siyasetên birêvebirina mulkên neguhêzbar.
Ji bo nirxandin, parastin û kontrolkirina mulkên neguhêzbar ên ku mûlkîyeta wan aîdî Şaredarîyê ye, kirina xebatên pêwîst.
Qebûlkirina bexş û bexşên bişert ên mulkên neguhêzbar ên ku ji Şaredarîyê re hatine bexşkirin li gorî usûlê û meşandina karûbarên tespîtkirina wan a li tapoyê.
Di çarçoveya planên îmarê de, li herêmên ku sepandina îmarê li wan hatîye kirin, ji bo mulkên neguhêzbar ên ku li gorî mevzuatê divê li ser navê şaredarîyê werin tespîtkirin, kirina karûbarên tespîtkirina tapoyê.
Teslîmgirtina avahiyên ku ji hêla Şaredarîyê ve hatine çêkirin, hatine çêkirinê an jî hatine kirîn.
Di mijarên veqetandin, takas, dewrekişandin, avakirina mafê irtifakê, mafê serî û mafê intifaê de, li gorî fermanên mevzuata eleqedar, amadekirina protokol û/an peymannameyên îdarî yên ku dê bi kesên rastî û hiqûqî an jî sazî û dezgehên cemaweriyê re werin kirin.
Kirina karûbarên îdarî yên ji bo veqetandin an dewrekişandina mulkên neguhêzbar ên Şaredarîyê ji bo sazî û dezgehên cemaweriyê bi berdêl an bêberdêl di çarçoveya mevzuata eleqedar û armanca wê de, betalkirina biryara veqetandinê/dewrekişandinê an jî dirêjkirina demê.
Kirina karûbarên îdarî yên ji bo kirêkirina mulkên neguhêzbar ên aîdî Şaredarîyê, amadekirina peymanname û şartnameyên li ser kirêkirinê.
Teslîmgirtina mulkên neguhêzbar ên şaredarîyê yên ku dema kirêya wan xelas bûye li gorî rêzikên peymannameya îdarî û bi awayekî bêkêmasî, misogerkirina tahliyeya wan, di rewşa berevajî de ji bo amanca teslîmgirtinê kirina karûbarên îdarî yên pêwîst.
Kirina karûbarên kirêkirina mulkên neguhêzbar ên pêwîst ji bo ku ji hêla Şaredarîyê ve li gorî prensîba berjewendiya giştî werin xebitandin.
Li ser mulkên taybet ên Şaredarîyê an jî qadên donatîyê yên ku mafê serî ji şaredarîyê re hatîye dayîn, li ser bingehê vê mafê serî ji bo tesîsên ku dê di çarçoveya mevzuata eleqedar de werin çêkirin, avakirina mafê irtifakê–mafê serî. Amadekirina peymanname û şartnameyên îdarî yên ji bo vê yekê û şandina wan ji birîna rayedar re ji bo ku karûbarên îhaleyê werin kirin.
Di bin berpirsiyariya Mudurîyetê de û di mijarên ku derbasî darazê bûne de, amadekirin û şandina agahî û belgeyên ku ji hêla Dadgehan an jî Mudurîyeta Karên Hiqûqê ve di dema xwe de û bi temamî tên xwestin.
Girtina envanter û tomarên mulkên neguhêzbar ên ku di mûlkîyet an jî tasarrufa Şaredarîyê de ne. Arşîvkirina her cure agahî, belge û dokumanên aîdî hemû kar û karûbarên ku ji hêla Mudurîyeta Emlak û Nafedê ve tên meşandin.
Li ser sînorên Şaredarîyê, li gorî Qanûna Kamulaştırmayê kirina karûbarên kamulaştırmayê yên mulkên neguhêzbar ên ku di bernameya îmarê de ne û ji bo xizmetên cemaweriyê pêwîst in. Parastina hemû cure belgeyên li ser kamulaştırmayê bi awayekî rêkûpêk di dosyayan de.
Meşandina erka sekreteryayê ya pêwîst di mijarên wekî xebatên avakirina komîsyona nirxandina bihayê û komîsyonên lihevkirinê, nivîsandina raporan û vexwendina xwediyên parselan (teblîgat).
Kirina lêkolînên tomar û sicîla tapoyê yên mulkên neguhêzbar ên ku Şaredarî dê bikire, kamulaştır bike û mafê irtifakê li ser ava bike. Werirtina agahiyên ku di xaneya beyanan de hatine tomarikirin û mafên şerh, rehn, îpotek, haciz, irtifak û intifaê yên li ser mulkên neguhêzbar.
Di mijara bişûnvehênana şertên di protokol an peymannameyên îdarî yên ku ji hêla Serokatiya Şaredarîyê ve hatine îmzakirin de, misogerkirina koordînasyon û takîba kar bi birînên eleqedar ên şaredarîyê re.
Ji bo rêgirtina li îşgalkirina mulkên neguhêzbar ên aîdî Şaredarîyê, kirina xebatên pêwîst bi sazî û birînên eleqedar re ji bo girtina tedbîrên pêwîst.
Tahsilkirina berdêlên ecrimisilê ji îşgalkerên mulkên neguhêzbar ên aîdî Şaredarîyê yên hatine îşgalkirin û kirina karûbarên îdarî yên pêwîst ji bo tahliyeya wan.
En az 3 karakter yazarak haber, duyuru, etkinlik, kadro ve sayfalarda arama yapabilirsiniz.