Parastina Hawirdorê

Parastina Hawirdorê

Parastina Kalîteya Hewayê û Kontrola Wê: Ji bo astengkirina bandorên zerardar ên qirêjiya hewayê yên li ser hawirdor û tenduristiya mirovan

XIZMETÊN ME Parastina Kalîteya Hewayê û Kontrola Wê: Ji bo astengkirin an jî kêmkirina bandorên zerardar ên qirêjiya hewayê yên li ser hawirdor û tenduristiya mirovan, li ser bingehê rêbaz û krîterên hatine diyar kirin nirxandina kalîteya hewayê, li cihên ku kalîteya hewayê baş e parastina rewşa heyî û di rewşên din de başkirina wê. Kontrola Qirêjiya Dîtmenê: Ji bo ji holê rakirina qirêjiya dîtmenê ya ku ji hêla her cure reklam, îlan, hêmanên tanıtımê û yên dişibin wan ve dikare çêbibe, tevkariya li estetîka bajar, diyar kirina prensîbên ku divê kesên rastî û hiqûqî yên amûrên reklamê bi kar tînin û sazî û dezgehên cemaweriyê pê re bibin elaqedar. Kontrola Dengê Hawirdorê: Ji bo ku di encama rûbirûbûna dengê hawirdorê de aramiya mirovan, tenduristiya wan a laşî û derûnî xera nebe, misogerkirina girtina tedbîran; kontrolkirina kargeh, tesîs, cihên kar, qadên şantiyeyê, cihên rekreasyon û seyranê; di periyodên diyar de ragihandina kontrol û mueyyedeyên îdarî yên hatine kirin ji bo Mudurîyeta Bajarvanî û Hawirdorê ya Bajar. Parastina Kalîteya Avê û Kontrola Wê: Li seranserê navçeyê kontrolkirina guncawbûna ava gemarî ya ji çavkaniyên pênasînê re li gorî krîterên deşarjkirina ava gemarî ya VASKÎ'yê. Kontrola Qirêjiya Axê: Ji bo parastina hevsengiya ekolojîk kirina xebatan, misogerkirina veguhastina axa hafriyatê û bermayiyên rûxandina avahiyan ji bo qadên rijandinê yên bi destûr û li ser astengkirina rijandinên kaçax kirina kontrolên pêwîst. Parastina Kalîteya Hawirdorê û Kontrola Wê: Ji bo parastina kalîteya hawirdorê kontrolkirina cihên kar ên sihî û nefsî di çarçoveya qanûn û rêziknameyên eleqedar de, tespîtkirina kêmasiyan û misogerkirina jiholêrakirina van kêmasiyan; nirxandina her cure gilî û daxwazên di barê qirêjiya hawirdorê de.