Navçeya Ertemêtanê ku li ser perava efsûnî ya Gola Wanê, di nav erdnîgariyeke bêhempa ya ku şîn û kesk li hev dicivin de cih digire; ne tenê bi bedewiyên xwe yên xwezayî, bi raboriya xwe ya bi hezaran salan a kûr û qedîm re jî yek ji navendên herî girîng ên dîrokî yên Aliyê Rojhilat e.
Derketina rasteqîn a Ertemêtanê li ser dikê dîrokê, di sedsala 9'an a Beriya Zayînê (B.Z.) de bi Keyaniya Ûrartûyan re dest pê dike ku wan li vê herêmê şaristaniyeke pir bi hêz ava kiribû. Ertemêtan ku yek ji niştecihên herî jêhatî û bijarte yên eyaleta Ûrartû ya bi navenda Wanê (Tûşba) bû, bi taybetî di warê çandinî, rezvaniyê û endezyariya avê de bûbû yek ji lûtkeyên herî bilind ên wê serdemê.
Kanala Avdanê ya Menûa (Şamran): Kanala Şamranê ku ji hêla Keyê Ûrartûyan Menûa (B.Z. 810–786) ve hatiye çêkirin û xwediyê dîrokeke nêzî 2800 salî ye, di dîroka endezyariya avê ya cîhanê de yek ji berhemên herî kevnar û herî hêja ye ku heya roja me ya îro jî fuksiyona xwe diparêze. Ev kanala ku ava şîrin a ji Raxendeyê (Gurpınar) tîne û di ser Ertemêtanê re dighîne Kela Wanê, bi sedsalan can daye baxçeyên navdar ên fêkiyan ên li vê herêmê.
Kela Keçan (Kız Kalesi - Kadembastı): Kela Keçan ku ji serdema Ûrartûyan maye û yek ji qadên pîroz e ku merasîmên hilkişîna ser text a keyên Ûrartûyan lê dihatin kirin, yek ji mîrasên herî girîng ên arkeolojîk ên navçeyê ye.
Piştî rûxandina Keyaniya Ûrartûyan, Ertemêtan û derdora wê bi dorê ketine bin serweriya gelek şaristaniyan mîna: Med, Pers, Keyaniyên Ermeniyan, Roma, Bîzans, Selçûqî, Îlxanî û Qereqoyunî.
Serdema Osmanî: Di sedsala 16'an de, di serdema Qanûnî Siltan Suleyman de, bi standina herêmê ji Sefewiyan, Ertemêtan bi awayekî teqez tevlî axa Osmanî bûye. Di serdema Osmanî de jî bi axa xwe ya berdar û baxçeyên xwe yên sêv û qesiyan (mişmiş) re, taybetmendiya xwe ya wekî herêmeke navdar a bêhnvedan û çandiniyê parastiye. Geştyarê navdar Evliya Çelebî, di sedsala 17'an de di berhema xwe ya bi navê Seyahatname de, bi pesn û sena behsa rezên kesk û xwezaya bêhempa ya Ertemêtanê dike.
Ev cihê niştecihbûnê ku di dirêjahiya dîrokê de bi navên cuda yên wekî Erdemit, Gümüşdere û Sarmansuyu hatiye naskirin, bi navê xwe yê herî kûr û resen, ango bi navê Ertemêtan (Edremit) derbasî dîrokê bûye.
Teşkîlata Şaredariyê: Ertemêtan ku salên dirêj wekî nehiyeyeke girêdayî navenda parêzgeha Wanê ma, yekem teşkîlata xwe ya şaredariyê di 21'ê Sibata 1972'yan de di bin navê "Sarmansuyu" de ava kir.
Statûya Navçeyê: Li ser geşedana bilez a herêmê û zêdebûna nifûsa wê, bi qanûna ku di 7'ê Tebaxa 1991'an de hat qebûlkirin, bi awayekî fermî statûya navçeyê bi dest xist û bi avakirina teşkîlata qaymeqamtiyê re bû navendeke îdarî ya serbixwe.
Ertemêtan ku îro di pozîsyona "dergehê geştyariyê yê Wanê" û "pişika wê ya kesk" de ye; bi mîrasên xwe yên ji Ûrartûyan mayî, kanala Şamranê ya sedsalî, baxçeyên xwe yên fêkiyan ên tomarkirî û rûyê xwe yê nûjen ê li ser perava Gola Wanê, hilgirtina şopên kûr ên raboriyê ber bi pêşerojê ve bi biryardarî didomîne.
En az 3 karakter yazarak haber, duyuru, etkinlik, kadro ve sayfalarda arama yapabilirsiniz.