Di Hefteya Zabiteyan de Em Bi Kedkarên Xwe Re Hatin Ba Hev

Di Hefteya Zabiteyan de Em Bi Kedkarên Xwe Re Hatin Ba Hev
Bi boneya 1-7ê Îlonê Hefteya Zabiteyan, Hevserokê Şaredariya me Cemil Komi, bi kedkarên me yê zabiteyan re ku ji bo nîzama bajarê me û birêveçûna saxlem a xizmetên giştî bi fedakarî kar dikin, hat ba hev. Di bernameya ku alîkarên hevserokên me û endamên meclîsa şaredariyê jî beşdar bûn de, hefteya xebatkarên me yên zabiteyan hat pîrozkirin û ji ber xebatên wan spasiya wan hat kirin. Di çarçoveya bernameyê de ji aliyê Hevserokê me Cemil Komi ve, li ser navê Gerinendetiya me ya Zabiteyan, plaqeta spasiyê pêşkêşî Gerinendeyê Zabiteyan Gökhan Bayram hat kirin. Em 1-7ê Îlonê Hefteya Zabiteyan a hemû kedkarên me yên zabiteyan ku ji bo bajarê me bi berpirsiyarî û fedakarî kar dikin pîroz dikin û di xebatên wan de serkeftinê dixwazin.