Wekî Şaredariya Artemêtê, ji bo bajarekî paqij, saxlem û tê de bê jiyîn, me kampanyaya xwe ya "Bi Keda Kolektîf Bajarên Paqij" a ku me dabû destpêkirin, li taxên xwe yên Selahedîn Eyûbî û Kurubaşê domand. Hevserokê Şaredariya Artemêtê Cemîl Komî, Cîgirê Hevserok Zana Karakaya, midurên yekeyan û xebatkarên şaredariyê, endamên Meclîsa Şaredariya Artemêtê û şêniyên taxê beşdarî xebatên paqijiyê bûn. Di xebatên ku li cade, kolan û qadên jiyana hevpar de hatin lidarxistin de, bermahiyên li hawîrdorê hatin komkirin û paqijiyeke berfireh hat kirin. Bi vê kampanyayê tê armanckirin ku di paqijiya bajêr de tevlîbûna civakî were zêdekirin, hişmendiya berpirsiyariya hevpar were xurtkirin û qadên jiyanê bi hev re werin parastin. Hevserok Cemîl Komî got, “Bajar yê me ye, paqijî erka me hemûyan e. Bajarê paqij, tê wateya civaka rêxistinkirî” û bang li hemû gel kir ku beşdarî kampanyayê bibin û xwedî li qadên xwe yên jiyanê derkevin. Seferberiya me ya paqijiyê ya ku li Taxa Şabaniyeyê dest pê kiribû, wê piştî taxên Selahedîn Eyûbî û Kurubaşê, li Êmînpaşa û taxên me yên din jî berdewam bike. Em qadên xwe yên jiyanê bi hev re biparêzin, bajarê xwe bi hev re paqij bikin. Çimkî ev bajar yê me ye, ev pêşeroj ya me ye!
En az 3 karakter yazarak haber, duyuru, etkinlik, kadro ve sayfalarda arama yapabilirsiniz.