Muduriyeta me ya Siyaseta Jinan, li Xanîyên Kuveytê di nîşandana fîlm a ku organîze kir de bi jinên taxê re hat cem hev. Berî etkevlîkê jinan govend girtin û kêliyên xweş borandin, nîşandana fîlm jî bû wesîle ku jin bi rêya çalakiyên civakî û kulturî bên cem hev û piştevaniya wan xurt bibe. Hevseroka DEM Partiyê ya Navçeya Edremîtê Sevim Baş, Hevseroka DBP'ê Neslihan Bafra, Endamên me yên Meclisa Şaredariyê Medya Mermit û Helin İnal û gelek jin tevlî çalakiyê bûn. Di axaftinên ku hatin kirin de hate teqezkirin ku girîng e jin dijî pirsgirêkên hevpar bi hev re tevbigerin, fikran bi hev re parve bikin û piştevaniyê mezin bikin. Em ê xebatên xwe yên ji bo xurtkirina qadên civakî, kulturî û piştevaniya jinan domdar bikin.
En az 3 karakter yazarak haber, duyuru, etkinlik, kadro ve sayfalarda arama yapabilirsiniz.