Weke Şaredariya Ertemêtanê, kampanyaya me ya "Bi Keda Kolektîf Bajarên Paqij" a ku me ji bo bajarekî paqij, saxlem û bijî dest pê kiribû, li Taxa Emînpaşayê dom kir. Hevserokê Şaredariya Ertemêtanê Cemîl Komî, Alîkara Hevserok Zana Karakaya, midurên yekeyên şaredariyê, xebatkarên miduriyetan, endamên Meclîsa Şaredariya Ertemêtanê û rûniştvanên taxê beşdarî xebata paqijiyê bûn. Di xebatên ku li kolan, kuçe û qadên jiyana hevpar hatin kirin de, bermayiyên li derdorê hatin berhevkirin û paqijiya giştî hat kirin. Bi vê kampanyayê tê armanckirin ku di paqijiya bajar de tevlîbûna civakî bê zêdekirin, hişmendiya berpirsiyariya hevpar bê xurtkirin û qadên jiyanê bi hev re bên parastin. Hevserok Cemîl Komî got, “Bajar yê me ye, paqijî peywira me hemûyan e. Bajarê paqij tê wateya civaka rêxistinkirî” û bang li hemû gelê me kir ku beşdarî kampanyayê bibin û xwedî li hawîrdora xwe derkevin. Seferberiya me ya paqijiyê ya ku li Taxa Şabaniyeyê dest pê kir û li taxên Selahedîn Eyûbî û Kurubaşê berdewam kir, bi xebata li Taxa Emînpaşayê dom kir. Werin em qadên xwe yên jiyanê bi hev re biparêzin, bajarê xwe bi hev re paqij bikin. Ji ber ku ev bajar yê me ye, ev paşeroj a me ye!
En az 3 karakter yazarak haber, duyuru, etkinlik, kadro ve sayfalarda arama yapabilirsiniz.