Li Bostana me ya Komuna Jinan Çinîn Berdewam Dike 🌱🍅

Li Bostana me ya Komuna Jinan Çinîn Berdewam Dike 🌱🍅

Li Bostana me ya Komuna Jinan ku me li Taxa xwe ya Selahedîn Eyyûbî xistiye jiyanê, çinîna berheman berdewam dike. Jinên ku li bostana me hatine cem hev; bacanên sor, îsot, bacanên reş û sebzeyên cihêreng bi hev re dicivin, mînakeke bedew a hilberîna kolektîf û piştevaniyê derdixin holê. Em piştgiriyê didin ku jin di pêvajoyên hilberînê de çalaktir cih bigirin; em xurtkirina hilberîna ekolojîk, herêmî û domdar berdewam dikin. Li bostana me ya ku bi keda jinan mezin dibe, hem hilberîn hem jî piştevanî berdewam dike. 🌿