Yekem rûniştina civîna asayî ya meclisa meha îlonê ya Şaredariya Edremitê, bi serokatiya Hevşaredarê me Cemil Komi pêk hat. Hevşaredarê me Komi di vekirina civînê de nirxandin kirin; bala kişand ser girîngiya 1'ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanê û tekezz kir ku divê çanda aşitî, piştevanî û jiyana hevbeş bê xurtkirin. Komi behsa Kongreya 5'an a Asayî ya Partiya DEM'ê jî kir û hêvî kir ku kongre û guherînên di serdema nû de tevkariyeke erênî li pêvajoya siyasî ya heyî bikin. Komi her wiha ji bo Hevşaredarê Agiriyê Mehmet Akkuş ê ku jiyana xwe ji dest da, ji malbat, xizm û hezkiriyên wî re daxwaza sersaxiyê kir. Piştî axaftina vekirinê, derbasî nîqaşkirina xalên di rojeva meclisa meha îlonê de cih digirin hat kirin
En az 3 karakter yazarak haber, duyuru, etkinlik, kadro ve sayfalarda arama yapabilirsiniz.