🧹 Kampanyaya Me ya Bajarên Paqij bi Keda Kolektîf li Taxa Şabaniyeyê Dest Pê Kir

🧹 Kampanyaya Me ya Bajarên Paqij bi Keda Kolektîf li Taxa Şabaniyeyê Dest Pê Kir

Ji bo bajarekî paqij, saxlem û têde jiyan gengaz, me xebata yekem a kampanyaya xwe ya paqijiyê ya ku me bi dirûşma “Bi Keda Kolektîf Bajarên Paqij” dabû destpêkirin, li Taxa Şabaniyeyê pêk anî. Hevserokê me yê Şaredariya Artemêtê Cemil Komi, Cîgirê me yê Hevserok Zana Karakaya, midûr û xebatkarên me yên yekeyan, Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Artemêtê, endamên me yên meclîsa şaredariyê, Muxtarê Taxa Şabaniyeyê û şêniyên taxê beşdarî xebatê bûn. Di xebata paqijiyê ya ku li cadde, kuçe û qadên jiyana hevpar hat kirin de, me keda kolektîf mezin kir û me hemûyan bi hev re xwedî li bajarê xwe derket. Hevserokê me Cemil Komi got, “Bajar yê me ye, paqijî erka me hemûyan e. Bajarê paqij, tê wateya civaka rêxistinkirî” û bang li hemû gelê me kir ku beşdarî kampanyayê bibin. Seferberiya me ya paqijiyê ya ku li Taxa Şabaniyeyê dest pê kir; wê li taxên me yên Kurubaş, Selahedînê Eyûbî, Emînpaşa û taxên me yên din berdewam bike. Werin em bi hev re qadên xwe yên jiyanê biparêzin, em bi hev re bajarê xwe paqij bikin. Çimkî ev bajar yê me ye, ev pêşeroj a me ye!