Bi hevkariya şaredarî û zanîngehê, em bajarê xwe bi hev re plan dikin.

Bi hevkariya şaredarî û zanîngehê, em bajarê xwe bi hev re plan dikin.

Midûriyeta Park û Baxçeyan a Şaredariya me û Fakulteya Mîmarî û Sêwiranê ya Zankoya Yüzüncü Yil a Wanê, li qadên navçeya me yên ku tê plankirin proje lê werin cîbicîkirin, lêkolînên hevpar pêk anîn. Heyeta ku ji tîmên me yên teknîkî û akademîsyenan pêk tê; rewşa heyî ya qadên projeyan, sererastkirinên peyzajê yên ku dikarin werin sepandin û xebatên ji bo başkirin (rehabîlîtasyon) a xeta peravê li cihê wê nirxandin. Di çarçoveya hevkariyê de, dê xwendekar ji bo xebatên ku şaredariya me plan dike projeyan amade bikin. Xwendekarên Beşa Plansaziya Bajar û Herêmê jî dê der barê rewşa îmarê ya navçeya me de lêkolînan bikin û pêşniyaran pêş bixin. Em ê bi gihandina hev a zanîna akademîk a zankoyê û tecrubeya qadê ya şaredariya xwe, ji bo bajarekî ewletir, biplan û jiyanbar xebatên xwe bidomînin.