🏅 Zêdetir Serkeftin, Zêdetir Madalya!

🏅 Zêdetir Serkeftin, Zêdetir Madalya!

Hevserokê Şaredariya Me Cemîl Komî, bi werzişvan û rahênerên me yên Klûba Sporê ya Şaredariya Edremîtê ya ser bi Midûriyeta Xizmetên Ciwan û Sporê ve hat ba hev. Di hevdîtina ku Alîkarê Hevserokê me Zana Karakaya û endamên meclîsa şaredariya me jî beşdar bûn de, nêrîn û daxwazên werzişvanên me hatin guhdarkirin. Hevserokê me Komî got, “Armanca me ew e ku em di zêdetir kategoriyan de pêşbaziyê bikin, serkeftinên nû bi dest bixin û zêdetir madalyayan qezenc bikin. Her serkeftineke ku hûn bi dest dixin me serbilind dike.” Di hevdîtinê de werzişvanê me yê Şampiyonê Boksa Tirkiyeyê Toprak Altaş, formayeke ku navê wî li ser hatibû nivîsandin diyarî Hevserokê me Cemîl Komî kir. Her wiha forma pêşkêşî Alîkarê Hevserokê me Zana Karakaya jî hate kirin.