Di koordînasyona Rêveberiya Kontrola Avahiyan a Şaredariya Edremitê de, li seranserê navçeyê kontrol û xebatên me yên dijî avakirina qaçax û bêdestûr berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de; li Taxa Şabaniyeyê salona dawetê ya bêdestûr, li Taxa Süphanê avahiya gomê û li Bulvara Rêya Sahîlê ya Gola Vanê avahiya qaçax hatin rûxandin. Gava ku tîmên me yên Rêveberiya Karên Fenî bi makîneyên kar piştgirî dan xebatan, tîmên me yên Rêveberiya Zabîteyan jî li qadên xebatê tedbîrên ewlehiyê yên hewce girtin. Bi armanca parastina bajarvaniya biplan û pêşîgirtina li avakirina qaçax, kontrol û xebatên me dê li seranserê navçeyê berdewam bikin.
En az 3 karakter yazarak haber, duyuru, etkinlik, kadro ve sayfalarda arama yapabilirsiniz.