Em Bi Hev Re Piştgiriya Jinan Hêzdar Dikin

Em Bi Hev Re Piştgiriya Jinan Hêzdar Dikin

Midûriyeta me ya Siyasetên Jinan û Endamên me yên Meclisa Şaredariyê, serdana hevalên me yên jin ên ku li midûriyetên cuda yên şaredariya me de dixebitin kirin. Di hevdîtinan de me pirsgirêk, hewcedarî û daxwazên ku jin di jiyana xebatê de rastî wan tên bi hev re nirxandin. Me nêrînên xwe li ser hevparkirina gotin û ezmûnên jinan, bihêzkirina torên piştgiriyê û afirandina çareseriyên hevpar ji bo pirsgirêkên hevpar parve kirin. Di serdanan de, bi armanca bihêzkirina beşdariya jinan û pêvajoyên biryardana hevpar, me li ser ji nû ve aktîfkirina Meclisa Jinan jî nêrîn pevguhartin.